Rûsya:Pêwîste Tirkiyê leşkerên xwe ji Iraqê vekşîne

"Heta Tirkiye ji Rûsyayê lêborînê nexweze pêwendiyên wan asayî nabe."

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derva Yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragehand ku, pêwîste Tirkiye leşkerên xwe yên li Iraqê vekişîne.

Lavrov îro, li Rûsyayê di kongireyekî rojnamevanî de daxuyaniyek belav kir,tê de da zanîn ku, nabe li Iraqê leşkerên Tirkiyê hebin.

Lavrov diyarkir ku,  Divê hevalbendên Tirkiyê  ên rojavayî vê meseleyê ber çavan bigirin. Lewma ew qebûl nakin ku Tirkiye leşkerên xwe li Îraqê cih becih bike û divê ji Îraqê vekişîne.

Lavrov herwiha derbarê pêwendiyên a bi Tirkiyê re jî ragihand ku, heta Tirkiye ji Rûsyayê lêborînê nexweze pêwendiyên wan asayî nabe.