Teqîn a Silêman Beg kuştî û birîndar jê çêbûn

Evro otombîlek a xwekujekî bi bombrêjkirî ve xwe hêz ên Heşd a Şeibî ve teqand li derazînk a nahye ya Silêman Beg.

K24- Xurmatû

Evro otombîlek a xwekujekî bi bombrêjkirî ve xwe hêz ên Heşd a Şeibî ve teqand li derazînk a nahye ya Silêman Beg.

Nûçegihanê Kurdistan24 ragehand: Xwekujekî bi otombîlek a bombrêkirî ve xwe bi çekdar ên Heşd a Şeibî ve teqand li bazgehek a derwaze ya nahye ya Slêman beg.

Nûçegihanê Kurdistan24 got jî : Piştî teqînê hijmarek a embolansan ji Xurmatû gehiştin Silêman beg û kuştî û birîndar veguhaztin, lê nehêlan rojanvan rûmal a bûyerê bikin lew hijmar a kuştî û birîndaran nahê zanîn.

Lê çavkek ê got: Bi kêmî ve sê kes hatîen kuştin û ji çekdar ên Heşd Şeibî, hinek çavkan jî gotîye ku nêzîkî 20 birîndar hene û hijmarek a rêvînkan têde ne ku bi rêve bûn bo Bexdayê.

Selêman Beg nahîyek a ser bi qeza ya Xurmatû yeû dikeve di navber a zincîre çîayê Hemrînê û li ser rê ya serekî ya Kerkûk û Bexdayê ye li başûr a Başûr a Kurdisatnê.