Tirkiyê dixwaze ji nû ve pêwendiyên xwe bi Rûsyayê re çê bike
K24-Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ragehand, Rûsyayê ji ber kêmasiya polîtekî Tirkiye ji çav derxistiye û ew amade ne ji nû ve pêwendiyên xwe xurt bikin.
Serokomar Erdogan, beriya ku, ber bi welatên bakûrê Afrîqayê, Ûganda, Kenya û Somaliyê bi rê bikeve, li balefirxaneya Adnan Menderes ya Îzmîrê civîna çapemenî li darxist.
Erdogan derbarê pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê de got, ew xwe sûcdar nabînin û bedriya bûyerê pêwendiyên wan bi Pûtîn re gelek baş bûn.
Erdogan, da xuyakirin, divê pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê nebin qurbanê xetayên pîlotekî û ew dixwazin bi Rûsyayê re ji nû ve pêwendiyên xwe çê bikin û hewl didin ku bibin astekê bilind.