ENKS girtina endamên xwe şermezar kir
K24-Amûdê
Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina girtina endamên xwe Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê derketin xwepêşandanekê.
Îro, saet şeşê êvarî û li ser banga Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li bajarê Amûdê xwepêşandanek bi rêve çû.Tê de girtina berpirsên ENKSê û revandina wan şermezar kirin.
Şemiya borî Asayîşa Rojavayê Kurdistanê 4 endamên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê di yek şevê de bi hiceta ku, wan muhleta derketina xwepêşandanan newergirtine girtin.