Seûdîye amadeye bo şerr ê Daişê hêzê bişîne Suryayê

Wezîr ê derve yê Seûdîye, ragehand, welat ê wî amadeye bo rûbirûbûn a Daişê hêzê bişîne Suryayê.

K24- Hewlêr

Wezîr ê derve yê Seûdîye, ragehand, welat ê wî amadeye bo rûbirûbûn a Daişê hêzê bişîne Suryayê.

Di kongireyek a rojnamevanî de, li baregeh a Civt a Harîkarî ya Kendavê, Adil Elcubeyîr, wezîr ê derve yê Seûdye got: Sûpa yê Seûdîye bi temamî amadeye eger daxwaz jê bihê kirin pişkdarîyê di ceng ê Suryayê de bike.

Adil Elcubeyîr ragehand jî: Pêdivîye civak a nêvdewletî fişarê bixe ser rijêm a Suryay bo sanhîkirinê bi kêmî ve bo rê negirtinê ji hinartin a harîkarîyê bo wî welatî.

Herweha li ser arîşe yên Yemenê, wezîr ê derve yê Seûdîye got: Seûdye hêvî dixwaze rê ya çareserî ya aştîyane bihê vedîtin bo dumahîhînanê bi şerr li wî welatî.