Du hezar welatiyên Şirnexê di bin qûntara Çiyayê Cûdî de dijîn
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê nêzikê du hezar welatiyên Şirnexê ku, ji şer reviyan e di bin qûntara Çiyayê Cûdiyê di rewşeka nexweş de debara jiyanê dikin. Welatî ji şer û pevçûnan bigilî û gazincin û dixwazin, şer bidawî were û ew vegerin malên xwe.
Ev der qûntara Çiyayê Cûdiyê ye. Nêzikê 90 hezar Şirnexî di 14ê Adarê de dema derketina derva hate qedexe kirin û şerê kolanan destpêkir dev ji malên xwe berdan û koç kirin. Hinek ji wan berê xwe dan bajarên dûr. Hinek ji wan jî di bin Qûntara Çiyayê Cûdîyê bicih bûn hêviya bidawîbûna şerîne. Lewra welatî bi gilî û gazinc dibêjin ew di şert û mercên gelek zehmet de debara jiyanê dikin.
Xelkê Şirnexê dibêjin ew di welatê xwe de di rewşeka penaberiyê de dijîn. Zarokên wan bi mehan in ji dibistanên xwe dûr ketine û nikarin perwerde bibin. Lewma pêwîst e aşitî pêk bê û ew jî bigihijin aramiyê.
Li bakurê kurdistanê ligel Şirnex gelek bajar û bajarokên wekî Cizîr, Silopî, Farqîn, Sur, Nisêbîn û Geverê bi mehan şerê kolanan rû da û derketina derva bû qedexe. Ev şer niha li Şirnex û Nisêbînê berdewam e. Heta niha ji her du aliyên şerî nêzikê 5 hezar kes canê xwe ji dest dan. Herwiha 500 hezar kurd ji ber şer û pevçûnan koçber bûn hezaran mal û avahî jî rûxiya. Xelk êdî bi hêvîyek mezin dixwazin şer bidawî were.