Li Bakur çinîna dexl û dan destpê kir

Diyarbekirê ji aliyê hilberandina genimê ji bo nan li Tirkiyê di rêza duyem de ye.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê demsala çînîna dexl zad destpê kir. Cotkar radigihînin ku ji ber kêmasiya baranê li gorî sala borî hilberîn ji sedî 40-50 kêm bûye.  Xebatkar, cotkar û bazirgan dixwazin li Bakur projeyên avdaniyê zêdetir bêne çêkirin. Li gorî sala 2014'an li Diyarbekirê sala borî hilberandina dexl û dan zêde bûye lê îsal ji ber kêmasiya baranê metirsî heye ku hilber ji sedî derdorê 40'ê kêm bibe.

Ev der zeviyên li derdora Diyarbekirê ne. Dem dema çinîna dexl û dan e. Xebatkar li ber tirêja tavê li ser 4 milyon donima zeviyên cotkariya Diyarbekirê di nava xwedînê de dişixulin.  Eyûp Akpîrînç 19 salî ye. Saet li 06.00'ê sibê bi hevalên xwe re dest bi kar dikin.

Li herêma Diyarbekirê li gorî salên borî her serê donimek zevî kêmzêde 200 kîlogram hilber kêm bûye. Sala borî ji donima ku 400 kîlogram nisk dihate çinîn îsal, derdorê 200 kîlo tê çinîn. Bahrî Akpîrînç jî 37 salî ye. Bi patosa xwe ji Çiyayê Qereçdaxê  hatiye. Dibêje, gazindên cotkaran ji bihabûna mazot û gubre heye.

Ji ber şer û aloziyên li Sûrê cotkarên ku zeviyên wan li nêzîkî bajêr in tov dereng avêtin û ev jî bu sebebê kêmhilberînê. Mihemed Mahsum Karabulut yê 51 salî jî dibêje,  ji aliyekê ve şer û alozî ji aliyê din ve jî kêmasiya avê bûye sebeb ku gelek cotkaran zeviyên xwe dane îcar.

Bîçer; yanî makîneya dirûnê donima nîskan di navbera 30 heta 36 lîreyan; ya ceh û genim jî di navbera 11-12 lîreyan de diçine. Li vê deverê bîçer weke patosê jî tê bi kar anîn. Xebatkar melokên nîskan tavêjin ber devê biçerê. Necat Yilmaz ê 50 salî dibêje dê ew îsal tona nîskan biforoşin 2.000 heta 2.300 lîreyan.

Navê vê derê Bazara Genim e. Lê hemû hilberên cotkariyê li vir têne firotin. Ji nava zeviyan bi balhilgiran dexl dan tê vê derê. Karker tonê bi 3 lîre ango dolarekî him bar dikin him jî vala dikin.  Hilber ji vê bazarê bi taybetî ji bo bazarên  Dîlok û Mêrsînê tê rêkirin. Muzbah Dal bazirganiya hilberên cotkariyê dike û dibejê piraniya cotkaran bi deynên bankê cotkariyê dikin û dema ku ber nebaş be ew jî dikevin nava tengasiyên abûrî de.

Li gorî doneyên Rêvebirya Giştî ya Berên Axê ya Tirkiyê, di sala 2014an de li temamê Tirkiyê 19 milyon ton; di sala 2015an de jî nêzîkî 23 milyon ton genim hatiye hilberandin. Sala borî li Diyarbekirê jî Milyonek û 76 Hezar ton genim hat hilberandin. Lê ji ber kêmasiya avê dibe ku îsal tonaja genim kêm bibe. Diyarbekirê ji aliyê hilberandina genimê ji bo nan ve li Tirkiyê di rêza duyem de ye.