Almanyaya jînosayda Ermeniyan qebûl kir
K24-Navenda Nûçeyan
Parlamentoya Almanyayê komkujiya Tirkiyê yên di sala 1915an de li dijî Ermeniyan pêk anî weke jînosayda bi nav kir.
Îro, Encûmena federal a Almanyayê biryara reşnivîsa ku, li ser salên 1915-1916an komkujî pêkanîbûn weke jînosayda gelê Ermenan pesend kir.
Partiyên desthilatdar ên Yekitiya Xirîstiyanan (CDU/CSU) û partiya keskan a di opozîsyonê de, navbera salên 1915-1916an de ji aliyê Împaratoriya Osmaniyan ve, li dijî Ermeniyan û kêmîneyên Xirîstiyan komkujî bibîranîn û rêz li ber girtin’’ reşnivîsa ku, hatibû amadekirin bi awayeke fermî hate pesend kirin û komkujiya Ermeniyan bi fermî ji aliyê parlamentoya Almanyayê ve hate naskirin.
Berî Niha Parlametoya Ewropayê jî ew bûyera li ser Ermenan weke jînosayda pesind kirbû.