Yildirim: Pêwendiyên me bi Almanyayê re dê berdewam be

Berî niha, Parlementoya Almanyayê Jenosîda Ermeniyan bi piraniya dengan nas qebûl kir bû.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim dibêje ku, ew biryara Parlementoya Almjanyayê nas nakin lê çi bibe bila bibe dê pêwendiyên wan bi Almanyayê re berdewam be.

Yildirim duh, berî serdana xwe ya li Azerbaycanê axifî û diyar kir meseleya ku, dîroknas û hikuqnas li ser lihevnakin û cihê nîqaşê ye ne rast e Parlemetoya Ewropayê biryar bide.

Ev biryar ji aliyê neteweya Tirk ve nayê qebûl kirin. Lêbelê bila ti kes hêvî neke ko dê pêwendiya wan û Almanyayê yekser têk biçe. Ew bêdeng jî namînin lê pêwendiyên wan jî dê berdewam be.

Berî niha, Parlementoya Almanyayê Jenosîda Ermeniyan bi piraniya dengan nas qebûl kir bû.