Firokeyên Tirkiyê navçeyeke Akrê bombebaran dike

Firokeyên şer yên Tirkiyê, navçeyên Akrê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike, ku 47 k.m dûrî sînorê Tirkiyê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên şer yên Tirkiyê, navçeyên Akrê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike, ku 47 k.m dûrî sînorê Tirkiyê ye.

Firtokeyên şer yên Tirkiyê, berî bîstekê gundê Bakûrmanî ser bi Akrê ve bombebaran kir, cihê ku hatiye bombarankirin jî, tenê 4 k.m dûrî wî gundî ye.

Herçend e, heta niha ti ziyanên wê bombebaranê nehatiye zanîn, lê dûman bi ser wî navçeyê ketiye.

Ji ber şerê di navbera dewleta Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), firtoke û topxaneyên artêşa Tirkiyê, navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna girêlayên PKKê, çendîn car e gund û navçeyên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike, ku gelek xelkên sîvîl bûne qurbaniya wî şerî.