Erdogan li hemberî “Jenosayda Ermeniyan” nerazîbûn nîşan da

Serokomarê Tirkiyê, biryara Parlamentoya Federal ya Almanyayê ku komkujiya Ermeniyan wek jenosaydê dinase, rexne kir. Erdogan beşdarî civîna Meclîsa Hinardekarên Tirkiyê bû û got, soz û kiryarên Ewropayê hev nagrin û durûtiya xwe berdewam dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, di civîna Meclîsa Hinardekarên got: “Ez li vê derê bang li Almanya û hemû Ewropayê dikim û dixwazim vê peyamê bidim. Yan emê pirsgirêkên di rojeva xwe de bi awayek dadwêrane çareser bikin, yan jî ji vir û pê ve li pêş kêşeyên Ewropayê em nabin asteng. Emê we bi kêşeyên we re rû bi rû bihêlin.”

Herwiha Erdogan berdewam kir: “Hem hemberê Tirkiyê durûtiyê dikin, hem jî me di bin tometê de dihêlin. Em dixwazin di çareserkirina kêşeyan de alîkarî bikin, lê her roj barên me girantir dikin. Êdî sebra me nema.

Erdogan got jî: “Mijar ne kêşeyên Ermeniyan e, Ermeniya hemberê me bikar neyînin, rêxistinên terorê hemberê me bikar neyînin, provokatorên bin navê saziyên civaka sivîl û medyayê hemberê me bikar neyînin.”

Parlamentoya Federal ya Almanya bûyerên sala 1915 û 1916an yên li Tirkiyê wekî jenosîdeke li hemberî Ermenan qebûl kir. Li Tirkiyê bû cihê nerazîbûneke mezin.