Agir bi konên penaberên kampa Kewregoskê dikeve

Li kampa Kewregoskê, Agir bi hejmarek ji konên penaberan ketiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li kampa Kewregoskê, Agir bi hejmarek ji konên penaberan ketiye.

Peyamnêrê K24ê ragihand, ku agir bi hejmarek konên penaberên kampa Kewregoskê ya Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê ketiye. Herwiha ligor zanyariyên destpêkê, 8 kon bi hemû kelûpelên wê hatine şewitandin.

Li gor zanyariyên destpêkê ku sedema agir ji teqîna butleke xazê çê bûye, ti ziyanên canî nebûne, lê hin penaber ji ber tengiya nefesê bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Tîmên agirkuj jî hewl didin agir vemirînin.

Kampa Kewregoskê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ye, hejmarek mezin ji penaberên Rojavayê Kurdistanê lê bicih dibin.