Gelo PYD dê di danûstandinên Cenêvê de beşdar bibe?

Amedekariyên lidarxistina gereke nû ji danûstandinên Cinêvê careke din dest pê dibe, li gorî hêzên serpereşt ji van danûstandinan re vexwendinên beşdariyê dê ji hin hêzên nû re werin şandin, ji wan jî Partiya Demoqrata Pêşverû a kurd li Sûriyê (PDPK-S)û Partiya Yekîtiya Demoqratîk (PYD).
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/91d94daf-8438-4ca4-a345-83b951dc0ee2/cinev-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Amedekariyên lidarxistina gereke nû ji danûstandinên Cinêvê careke din dest pê dibe, li gorî hêzên serpereşt ji van danûstandinan re vexwendinên beşdariyê dê ji hin hêzên nû re werin şandin, ji wan jî Partiya Demoqrata Pêşverû a kurd li Sûriyê (PDPK-S)û Partiya Yekîtiya Demoqratîk (PYD).
Serkirdên PYDê diyar dikin, ku Nûnerê NY ya taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura bo wan 29 pirs şandin, tê de nerînên xwe ji qûnaxa veguhêz, şêweya sîstema birêvebirina Sûriyê û awayê destûra Sûriyê şirove kirine. Herwiha tekez dikin ku ewê beşdarî wan danûstandinan bibin.  

Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo: “Amadebûna me di danûstandinên Cenêvê tekezkirî ye. Du aliyên krîza Sûriyê hene, yek girêdayî şerê terror û DAIŞê, yê din jî girêdayî bi guhartinê ye. Ev herdu merc ji li Rojavayê Kurdistanê hatine cibicîkirin.”  

Berovajî vê yekê hin hêzên Kurdî ta niha, ti nêzîkbûn bi aliyê wan ve bo awayê beşdarbûn, yan ne beşdariya wan nehatiye kirin, tevî wê jî serkirdên Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd (HNKS) tekez dikin, ku a giring ew e ku şandeke Kurdî ya hevbeş hebe û pirsa Kurdî li ser masa danûstandinan çareser bike.

Serkirde di HNKSê de Mistefa Meşayix: “Me hin name û navên tevgera siyasî bo Rûsya, Amerîka û De Mistura re hildane. Heger em wek HNKS di danûstandinan de beşdar nebin, ne pirsgirêk e, ya girîng ew e, ku şandeke Kurdî bi projeyeke Kurdî li danûstandinan beşdar be û di çarçoveya Sûriyayek demokratîk de pirsa Kurd çareser bike.”

Li gorî Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, biryar e 2 gerên Cinêvê berî meha Tebaxê bêne lidarxistin, ku 17ê vê mehê dest pê dike.

Tevî beşdariya hin hêzên Kurdî tekez bûye, nemaze piştî serdana şanda Amerîkî bo Kobanê, lê hin çavdêr di wê gûmanê de ne, ku gelo ta çi astê karînên avakirina şandeke Kurdî ya hevbeş di van danûstandinan de heye.