Ji UN bê bersiv ma dev û guhên xwe dirût
K24-Navenda Nûçeyan
Penaberekî Îranî li ku, li Tirkiyê dimîne, berî heft salan penaxwaza xwe bo welatekî din ji UN re pêşkêş kirbû, dema bê bersiva ma dev û guhên xwe dirûtin.
Xûlam Riza Şêram penaberekî Îranî li Tirkiyê ye, berî heft salan daxwaz ji Komsyona Bilind a penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve UN kirbû ku, wî li welatekî din bicih bikin, lê heta niha daxwaza wî ji aliyê UN ve bê bersiv ma.Piştî daxwaza wî bê bersiv ma dev û guhên xwe dirûtin
Şêram di kongireyekî rojnamevanî de tekez kir ku,.eger Komsyona Bilind a penaberan(UN) di heyama 20 rojan de, bersiva wî nedin ew dê çavên xwe jî bidrû.
Penaberê Îranî da zanîn ku, ev bû 5 rojin, dev û guhên wî dirûtîne, tenê li ser av û şekir jiyana xwe berdewam dike.