Li Kobanê jî yasaya erekê berevaniya xweser pesend bû

Li gor biryarê, ciwanên Kobanê yên temenê wan (18-30) divê xwe radestî Asayişê bikin.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Encûmena Yasadananê li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, yasaya bi navê “Erkê Berevaniya Xweser” pesend kir.

Derbarê vê babetê Encûmena Yasadananê li bajarê Kobanê daxuyaniyek belav kir tê de, biryara leşkeriya neçar pesend kir, li gor wê biryarê ciwanên  Kobanê yên temenê(18-30) divê xwe radestî hêzên Asayişê bikin, an jî wê bizorê bi erka leşkerî werin kişandin.

Berî niha bi demekî heman biryar li her yek ji Cizîr û Efrînê jî ku di bin deselata Rêveberiya Xweser de ne hatin cîbicî kirin.

Di biryarê de hatiye ku, Kur divê ji temenê 18 salî erkê xwe bike, ew erk jî ji ser naçe heta ku temenê wî bibe 40 sal, ev biryar malbatên şehîdan nagre, herwiha li ser kesên xwedan pêdawîstiyên taybet herwiha kesên ku bi nexweşiyên giranin û pêwêstiya wan bi çareseriya berdewam heye.

Li gor yasayê dema erekê berevaniya xweser 9 mang in.