Serkirdeyê HSDê Bavê Leyla li nexweşxaneya Silêmaniyê canê xwe jidest da

Serkirdeyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Bavê Leyla di şerê rizgarkirina Minbicê de birîndar bû. Îro jî ji ber giraniya birînên wî, bo nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê hate veguhastin û çanê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Bavê Leyla di şerê rizgarkirina Minbicê de birîndar bû. Îro jî ji ber giraniya birînên wî, bo nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê hate veguhastin û çanê xwe jidest da.

Serkirdeyê payebilind yê ketîbeya Şems el-Şemal ku yek ji pêkhateyên HSDê ye Bavê Leyla roja 3 Hizêranê di operesyona rizgarkirina Minbicê de bi mûşeke DAIŞê birîndar bûbû.

Bavê Leyla îro bi firokeyeke Amerîkî ji firokxaneya Rimêlanê ya ser bi parêzgeha Hesekê ve, bo nexweşxaneya Şar ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hate veguhastin, lê ji ber giraniya birînên wî canê xwe jidest da.

Di 1ê vê mehê de, HSD bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî proseya rizgarkirina bajarokê Minbicê destpê kir û heta niha dora 30 gundî hatine rizgarkirin. Herwiha îro HSDê 10 k.m ji Minbicê ve nêzîk bûye û riya stratîjîk ya di navbera Reqa û Minbicê de jî îro kontrol kir.

Bavê Leyla di şerê rizgarkirina bajarê Kobanê ji DAIŞê sala 2014an de roleke wî girîng hebû, gelek caran jî birîndar bûbû. Lê vê carê ji ber giraniya birînên wî bo nexweşxaneya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hate veguhastin û li wir canê xwe jidest da.