Barzanî: Mana Iraqeke yekgirtî ti wateya wê nemaye

Şêwirmendê Ençûmena Asayişa Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Fransî bi serkatiya serokwezîrê Fransayê yê berê Fransîs Filon û hejmarek ji senator û parlementer û rojnamevan pêk hatibû, kir. Gotûgo derbarê şerê DAIŞê û pirsgirêkên navçeyê bi giştî kirin.

K24 – Hewlêr

Şêwirmendê Ençûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Fransî bi serkatiya serokwezîrê Fransayê yê berê Fransîs Filon û hejmarek ji senator û parlementer û rojnamevan pêk hatibû, kir. Şanda Fransî ku serdana eniyên şerê yê hêza Pêşmerge kiribûn, Fîlon ragihand ku, Fransa dê hevkariya zêdetir bo Herêma Kurdistanê bike.

Ji aliyê xwe ve, Barzanî behsa rewşa meydanî ya eniyên şer û çawaniya çareserkirina pirsgirêkên navçeyê kir, ku li welatekî welatî li ser nasnameyê tên kuştin, ti wateyek ji mana Iraqê yekgirtî renemaye. Xelkê Kurdistanê jî dixwazin li proseya referandûmê çarenivîsa xwe diyar bikin.

Her di wê hevdîtinê de, şanda Fransî derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û hatina hejmareke zor ji penaberan, Barzanî amaje kir, ku wek Ewropiyan çawa di dîrokê de li hember Kurd û Kurdistanê hest bi tawanan dikin, hêvî dikin ku di demeke nêzîk de, wan qerebo bikin.