Barzanî: Meha Remezanê derfetek e bo hevkarî, aştî û lêborînê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, bi peyamekê hatina meha Remezanê li Misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraqê û cîhanê. pîroz kir

K24 – Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, bi peyamekê hatina meha Remezanê li Misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraqê û cîhanê. pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, bi boneya hatina meha Remezanê peyamek arasteyî hemû misilmanan kir û ragihand, ku meha Remezanê derfetek e bo hevkarî, aştî û lêborînê ye.

Herwiha di peyama Barzanî de hat, ku meha Remezanê pir pîroz û mubarek e, Barzanî hêviya xwe derbirî ku meha Remezanê bibe xêr û xweşî bo gelê Kurdistanl, Iraq û hemû mirovahiyê û terror û tundûtûjiya ku Kurdistan û Iraqê tê re derbas dibin bidawî bibe.

Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku meha Remezanê bibe derfetek bo hevkarî, aştî û lêborînê, ku peyama sereke ya ola pîroz ya Îslamî ew e.