Li Sûriyê Hêzên taybet ên Berîtanya di çeperên pêşî yên şer de

Yekîneyên Artêşa Sûriyê ya nû, ji hêzên opozisyona Sûriyê ku, ji aliyê Emerîka û Berîtanyayê ve hatine meşq û rahênan kirin pêk tê.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Hêzên taybet yên Berîtanya di çeperên pêşî yên şer de ne li Sûriyê.

Derbarê vê babetê, Çend serkirdeyên leşkerî ji rojnameya Tayimz ya Berîtanî re ragihandine ku, hêzên taybet yên Berîtanyayê, berevaniyê di ber yekîneyên leşkerî ser bi opozisyona sûriyê ve dikin dijî êrîşên rojane yên ji aliyê DAIŞê ve tê encamdan.

Hêzên taybet yên Berîtanya li Urdunê dimênin gelek caran derbasî Sûriyê dibin daku, alîkariya artêşa Sûriyê ya nû bibin, ku gundê Tenef yê sînorî kontrol kirin piştî derxistina çekdarên DAIŞê.

Yekîneyên Artêşa Sûriyê ya nû, ji hêzên opozisyona Sûriyê ku, ji aliyê Emerîka û Berîtanyayê ve hatine meşq û rahênan kirin pêk tê.