Parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikulu serdana bajarê Geverê kir

Li navçeya Geverê ji 13ê Adarê heta 29ê Gûlanê deketina derva qedexe bû û şer û pevçûnên dijwar hebûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Parlementerê Partiya Gel a Komarê CHPyê Sezgîn Tanrikulu ji bo lêkolîn û çavderiyan serdana bajarê Geverê kir.

Tanrikulu derbarê çavderiyên xwe de got rewşa ko wan li Geverê dîtiye ne rewşeke encama şerî ye. Lewra cihên ku, şer û pevçûn tûnebûn  jî hatine şewitandin û rûxandin.

Tanrikulu da zanîn ko ew ne li hemberî têkoşîna li dijî terorê ne. Lêbelê ew li dijî rûxandina malên welatiyan û zilma li ser wan in. Li ser welatiyên Geverê ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan ve siyaseta zilmê hatiye meşandin.

Li navçeya Geverê ji 13ê Adarê heta 29ê Gûlanê deketina derva qedexe bû û şer û pevçûnên dijwar hebûn. Di encamê de ji aliyên şerî sedan kes canê xwe ji dest dabûn.