Di operasyona rizgarkirina Minbicê de 4 gundên din rizgar bûn

Di 1ê vê mehê Encûmena Leşkerî ya Minbicê bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî operasyona rizgarkirina wî bajarokî destpê kirbû.

K24-Navenda Nûçeyan

Operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê ya navê Ebo Leyla di roja xwe ya heştê de berdewam e, îro jî 4 gund hatin kotirolkirin.

Derbarê amarên nû yê operasyonê Encûmena Leşkerî ya Bajarokê Minbicê di daxuyaniyekê de ragehand ku, wan 4 gundinên din derdora wî bajarokî rizgarkirine.Da zanîn ku, di kontrolkirina wan her 4 gundan de 33ê çekarên DAIŞê hatin kuştin, hejmarek ji çek û teqemeniyan jî hatin bidestxistin.

Ji aliyê xwe ve jî çekdarên DAIŞê êrîşên xwe bi rêya otombîlên bomberêjkirî zêde kirine, ev yeke bo sedema ku,

Encûmena Leşkerî ya Minbicê ji bakurê wî bajarokî xwe vekişîne.

Di 1ê vê mehê Encûmena Leşkerî ya Minbicê bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî operasyona rizgarkirina wî bajarokî destpê kirbû.