NY: Deryaya Sipî bûye gorîstana 10 hezar penaberî

Berdewamiya şerûpevçûnan û rewşa aloz ya gelek welatên deverê bu, sedema koçberiya xelkê wê deverê.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê Komîsyona Bilind a Penaberan a ser bi Netewên Yekbûyî (NY) Adrian Edwards ragehand ku, ji sala 2014an ve hejmara penaberên ku, di deryaya Sipî de xeniqîne pihtirî 10 hezar ne.

Derbarê vê yekê Berdevkê Komîsyona Bilind a Penaberan a ser bi Netewên Yekbûyî (NY) Adrian Edwards di konferanseke rojnamevanî de wiha got: "Di sala 2014an 3hezar û 500 penaber di deryaya Sipî de xeniqîne, hweriha 3ê hezar û 771 penaberî di salal 2015an xenqîne yên dinî di vê sala niha ya 2016ande ne."

Edwards aşkere kir ku hejmara wan penaberên ku, ji sala 2014an heta niha di deriyaya Sipî xeniqîne 10 hezar derbas kirine û diyarkir ku, ew hejmara cihê xemgîniye.

 Ji aliyê xwe ve jî Berdevka Rêxistina Koçberiya Navneteweyî (IOM) Joel Millman aşkere kir ku, hejmara koçberên xwe gihandine Yûnanistan, Îtalya, Spanya û Qibrisê gihiştiye 206 hezar û 400 penaberî ye, ji wan 2809 di deryayê de xeniqîne.

Berdewamiya şerûpevçûnan û rewşa aloz ya gelek welatên deverê bu, sedema koçberiya xelkê wê deverê.