li navçeya Midyatê ya Parêzgeha Mêrdînê teqînek çêbû

Teqîn bi rêya otombîlekî bombirêjkirî bû.
kurdistan24.net

K24-Mêrdîn

Li bakurê Kurdistanê bajarê Mêrdînê li dijî Midûriyeta Ewlekariyê ya Mîdyatê bi wesaîteka bombebarkirî êrîş hate kirin.

peyamnêrê K24ê li bajarê Diyarbekê ragehan ku, îro seet nêzikê 11:00an de teqînek pêk hat. Di encamê de ji 30an zêdetir kes birîndar bûn û rewşa gelekan giran e. Herwiha piştî teqînê navbera hêzên ewlekariyê û êrîşkaran de pevçûn derketiye û ji ber bandora teqînê avahiya Midûriyeta Ewlekariyê û mal û dikanên li derûdorê xisarek mezin dîtin. Piştî teqînê hejmarek zêde hêzên ewlekariyê û ambûlans li cihê bûyerê hatin vegûhestin.

peyamnêrê K24ê da zanîn ku, teqîn navendekî polîsan kiriye armanc, di encama.Herwiha ajansa SkyNews ragehand ku, di teqîna Mêrdînê de 2 polîs hatine kuştin.

Teqîna navçeya Midyatê di demekê de tê ku, duh li Stenbolê jî teqînek çêbû, di encam de 12 kes hatin kuştin û 35ê din birîndar bûn.