Serokê Parlamentoya Ewropayê Erdogan rexne dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Şulz (Schulz), Serokomarê Tirkiyê ji ber gefên ser parlamenterên Almanî û rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê, rexne kir.
Serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Schulz, nameyek bo Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan şand û got, gef xwarin û êrişa ser kesên ku li Almanya û Tirkiyê hatine bijartin, naye qebûlkirin.
Li gorî nûçeya Spiegel Online, Şulz da xuyakirin, Parlamenterên Almanî ku di dengdana qebûlkirina jenosayda Ermeniyan de dengên erênî dane gef li wan hatiye vexwarin û li Tirkiyê jî parlamenterên ku parêzbendiya wan hatiye rakirin bi girtînê rû bi rû ne.
Şulz da zanîn, wan parlamenteran ji nêz ve nas dike û hemberî gefxwarinan, parastina wan erk û berpirsiyariya xwe dibîne.