Li Pirsûsê lewheya Parka Arîn Mîrkan hate rakirin

Lewheya Parka Arîn Mîrkan ya Pirsûsê bi fermana Parêzgeriya Rihayê hate rakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Lewheya Parka Arîn Mîrkan ya  Pirsûsê bi fermana Parêzgeriya Rihayê hate rakirin.

Şaredariya Pirsûsê berî niha parkek çê kiribû û navê endama Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) Arîn Mîrkan li wê parkê danîbû. Piştî lêpirsîna Qeymeqamiya Pirsûsê Parêzgeriya Rihayê jî fermana rakirina lewheya wê parkê da.

Duh derengê şevê polîsên taybet li derûdorê parkê bi wesaîtên zirxpoş bergiriyên berfireh yên ewlekariyê sitandin û lewheya parkê rakirin.

Arîn Mîrkan endameka YPJyê bû di sala 2014an de li Kobaniyê dijî çekdarên DAÎŞê çalakiyeka fedayî pêk anîbû.