Fransa navendeke leşkerî li Kobanê ava dike

Berî niha Amerîkayê jî 250 leşkerên xwe bi armanca alîkariya Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) di şerê li dijî DAIŞê şandibûne Sûriyê.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî ku, Wezareta Berevaniya Fransayê ragehand ku, hêza wan li Sûriyê alîkariya hêzên Kurdî û Erebî di şerê li dijî DAIŞê dike, dest bi avakirina navendeke leşkerî li bajarê Kobanê kir.

Li gor çalakvanên bajarê Kobanê Fransa dest bi avakirina navendekî leşkerî li ser girê Miştenûrê li bajarê Kobanê dike ku,başur rojhilatê wî bajarî dike.

Li gor çavdêrên siyasî avakirina navendeke leşkerî bi armanca niştecîkirina şêwermend û pisporên leşkerî yên Fransî li wê navçeyê ku, berî niha Fransayê ragehandibû ku ew li şerê li dijî DAIŞê li bajarokê Minbicê alîkariya hêzn Kurdî û Erebî dikin.

Berî niha Amerîkayê jî 250 leşkerên xwe bi armanca alîkariya Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) di şerê li dijî DAIŞê şandibûne Sûriyê.