Li Minbicê Zanîngehek û 4 gundên din rizgarbûn
K24-Navenda Nûçeyan
Operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê berdewam e, îro jî Encûmena Leşkerî ya Minbicê zanîngeha El-Itihad a taybet ku, dikeve li ser rêya bajarokê Minbic û el-Bab ligel 4 gundên din rizgarkirin.
Derbarê kontirolkirina wan navçeyên nû Berpirsekî Encûmena Leşkerî ya Minbicê bi peyamnêrê K24ê re ragehand ku, di berdewamiya operasyona Ebo Leyla zanîngeha El-Itihad a taybet ku, dikeve li ser rêya Minbic û navçeya El-Bab ligel 4 gundunên din hate rizgarkirin.
Wî berpirsê Encûmena Leşkerî ya Minbicî da zanîn ku, zanîngeha El-Itihad li rojavayê Minbicê ye bi bi 4K.myan, herwiha ew gundên hatine rizgarkirin bi navê Mişêrfê ya piçûk, El-Sultaniye li başur rojhelatê Minbicê û gundê El-Kabrice ya mezin û piçûk ku, dikevin li ser rêya Minbic û Reqayê.
Di 1ê vê mehê de, Encûmena Leşkerî ya Minbicê bi piştgiriya Hêzên Sûriyê ya Demokratîk(HSD), herwiha firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî dest bi opersyona rizgarkirina Minbicê kirin.