Du teqîn li navçeya Seyîde Zêneb li Şamê çêbûn

Navçeya Seyîde Zêneb dikeve başurê Şamê paytexta Sûriyê, piraniya akinciyên wê Şîe ne, herwiha welatiyên Îranî jî li wê navçeyê dimînin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li navçeya Seyîde Zêneb ku, dikeve başurê Şamê paytexta Sûriyê du teqîn çêbûn,  yek bi rêya otombîleke bombekirî û ya din jî bi rêya xwekujekî bûn,  di encam de du kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Derbarê wan her du teqîna ajansa fermî ya Sûriyê SANA tekez kir ku, li navçya Seyîde Zêneb a Şamê du teqîn çêbûn. Yek li ser rêya ku, diçe taxa Zîyabiyê û ya din jî li çadeya El-Tîn çêbûn, teqîn bi rêya otombîleke bombirêjkirî bû û ya din jî bi rêya xwekujekî bû.

Li gor zanyariyên ajansa SANA heta niha di encama wan her du teqînan de, 8 kesan hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve jî Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku, di encama teqînekê li navçeya Seyîde Zêneb li Şamê gelek kuştî û birîndar ketin.

Navçeya Seyîde Zêneb dikeve başurê Şamê paytexta Sûriyê, piraniya akinciyên wê Şîe ne, herwiha welatiyên Îranî jî li wê navçeyê dimînin.