Di Komisyona Bergiriyê de li ser parlamenterên HDPê nîqaş derket

Li Tirkiyê di Komisyona Bergîriya Neteweyî de gotûbêjên li ser wê reşnivîsê dest pê kir, ku rayeyên leşkeran zêde dike. Beriya gotûbêjan derbarê "Brifîngê" de di navbera parlamenterên AKP û HDPê de nîqaş derket.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0d7f636d-766c-4025-866b-99651ef869cb/KomisyonuBergiriye.ism/manifest

K24 – Enqere

Li Tirkiyê di Komisyona Bergîriya Neteweyî de gotûbêjên li ser wê reşnivîsê dest pê kir, ku rayeyên leşkeran zêde dike. Beriya gotûbêjan derbarê "Brifîngê" de di navbera parlamenterên AKP û HDPê de nîqaş derket.

Reşnivîsa bo operasyona rayeyên berfireh dide leşkeran û wan parêzbendiyeke hiqûqî dide wan, di Komisyona Bergiriya Neteweyî ya li Parlamentoyê dest bi gotûbêjkirinê kir. Komisyona di serokatiya parlamenterê AKPê yê Tokatê de kom bû. Di komisyonê de di navbera parlamenterên AKPê û HDPê de nîqaş derket.

HDPê bal kişand li ser wê yekê ku doh mîraleyekî bi endamên komisyonê yên AKPê, MHPê û CHPê re hevdîtinek pêk anîye, derbarê reşnivîsê de ew agahdar kirine û pirsa wê yekê kir, ku çima bangî wan nehatiye kirin. Herwiha HDPê ev yek li dijî rêziknameya navxweyî ya parlamentoyê û yaseyan nirxand.

Parlamenterê HDPê Erdal Ataş got: "Li gorî min ev civîn derbarê yaseyê de ye û parlamenterê HDPê derveyî wê hatiye hiştin. Di warê hiqûqî de, em ê li mafên xwe bigerin. Em vê tiştê ku serok kiriye şaş dibînin."

Piştî van gotinan, Parlamenterê AKPê yê Îzmîrê Hûseyîn Kocabiyik diyar kir ku ew civîn ne civîneke fermî bû. Piştî vê yekê di navbera parlamentera HDPê Filiz Kerestecioglu û Kocabiyik de nîqaş derket. Kerestecioglu helwesta Hûseyîn Kocabiyik şermezar kir. Paşê Wezîrê Bergiriyê Fikri İşik diyar derbarê reşnivîsê de agahî dan.

Wezîrê Bergiriyê Fikri Işık got: " 2 armancên reşnivîsê hene. Yek jê di warê têkoşîna li dijî terorê de, danîna bingeheke hiqûqî ya bo Hêzên Çekdar yên Tirk e. Ya din jî, pêşîgirtina îdiayên ne di cih de ye."

Endamên komisyonê yên MHPê da xuyakirin ku, ew piştgiriyeke temam didin reşnivîsê. Herwiha CHPê jî piştgiriya xwe ragihand, lê belê got divê hesabê siyasî û hiqûqî yên şaşî û berdêlan were dayîn hebe. Hate ragihandin ku reşnivîsa di komisyonê de hate qebûlkirin di nava 2 hefteyan de bo Komcivîna Parlamentoyê were şandin.