Pevçûnên li Bakur derbeyek li aboriyê jî daye

Şerê di nava dewleta Tirkiyê û PKK’ê de bi awayeke neyînî bandor li aboriya Bakur kir. Li gorî ragihandina karsazan di sala dawî de kêmzêde ji sedî 40 razemenî kêm bûye. Gelek febrîkeyên li Diyarbekirê hilbiherên xwe êdî li şûna bişînin bajarên bakur, dişînin bajarên rojavayê Tirkiyê. Ev yek jî mesrefên wan zêdetir dike. Karsaz dibêjin ji ber şer û aloziyan ew pêşiya xwe nabînin ku razemeniyan bikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/aac3e562-7814-497b-a7c8-823d3bc5c78a/-PevcunanBandorekeNeyiniLiSerAboriyaBakurPeydaKiriye.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Şerê di nava dewleta Tirkiyê û PKK’ê de bi awayeke neyînî bandor li aboriya Bakur kir. Li gorî ragihandina karsazan di sala dawî de kêmzêde ji sedî 40 razemenî kêm bûye. Gelek febrîkeyên li Diyarbekirê hilbiherên xwe êdî li şûna bişînin bajarên bakur, dişînin bajarên rojavayê Tirkiyê. Ev yek jî mesrefên wan zêdetir dike. Karsaz dibêjin ji ber şer û aloziyan ew pêşiya xwe nabînin ku razemeniyan bikin.

Bi dawîhatina pêvajoya çareseriyê, karsaz, razemend û esnafên Bakur di nava deynan de mane. Çerxên febrîkeyên wan sist bûne. Gulşen Duran Seroka Komeleya Jinên Muteşebîsên Diyarbekirê ye. Di febrîqeyên xwe de boyax û straforan dihilberîne. 25 xebatkarên wê hene. Bi taybetî hilberan bo herêma Kurdistanê dişîne. Duran dibêje, qedexeya derketina derve, girtina deriyên gumrikan û pevçûnên li herêmê bûne sebeb ku ew rêjeya hilberên xwe ji sedî 20 kêm bikin.

Herwiha  Duran dibêje: “Niha em nikarin hilberan bifiroşin Diyarbekir û bajarên li derdora wê. Ji ber ku esnaf û bazirganên ku em pê re dixebitin, nikarin berdêla çek û senedên xwe bidin. Lêbelê em niha bi Herêmên Behras Spî, Ege û Marmarayê re dixebitin. Tenê li herêmê pirsgirêkên me hene.”

Di heyama şer û aloziyan de deriyên gelek kargehan hatin girtin. Dewletê hin alikariya esnaf û bazirganan kir û deynên wan yên bankeyan paşve avêtin û piştgiriya naqdî da wan. Lê bazirgan dibêjin daxwaza wan ne alikarî ye aramî ye. Nevîn Îl, Seroka Komeleya Jinên Karsazên Bakur e, dibêje, gotinên aştiyane Bakur kire navenda dilkêşiyê û razemendên li Bakur jî razemeniya xwe zêde kir, lêbelê pêvajoya pevçûnan derbek li hêviyên başbûna xist.

Îl got jî: “Şerê ku ji beriya 7 mehan destpê kirî pişta aboriya herêmê şkand. Karê esnaf û bazirganan sekinî.  Hewlên saziyên sivîl têra sekinandina şer nekirin. Gotinên siyasetmedarên tûj şer gurtir kir û em heta bi van rojan hatin.”

Li gorî doneyên Saziya îstatîstîkên Tirkiyê  derfirotina ji Diyarbekirê tê kirin, di mehên 2016’an de di navbera 10 û 20 milyon dolar de ye. Lêbelê di sala 2014’an de ji Bakurê Kurdistanê 2 milyar û 277 milyon dolar derfitin pêk hatibû. Karsaz dibêjin bila dewlet û PKK dev jî zimanê tûj berdin û bi rêyan aştiyane meseleyan çareser bikin, da ku aborî jî pêşve biçe.