Bi eger a tawan ên Heşd a Şeibî, şer ê tayîfî li Îraqê ser dihilîne
K24- Hewlêr
Piştî ku alî û rêkxistî yên nêvdewletî behsa pişkek ji pêşêlkarî yên Heşd a Şeibî dij bi Sûnne yên Îraq kirîn û di mêdyayan de hatin belavkirin. Sûnne yên Îraê ragehandin: Bi eger a tawan ên Heşd a Şeibî, şerr ê tayîfî li Îraqê destpêkir.
Şêx Rafei Teha Refaiî muftî yên Sûnneyan li Îraqê di beyannameyekê de, ragehand: Milîşîya yên Heşd a Şeibî û çekdar ên Îranî, hevwelatî yên Felûce eşkence didin û wan ditirsînin.
Rifaiî got: Şîeyan divê bi temamî felûce kavil bikin, niha rewş di dest ê hikumet a Îraqê deye.
Di beyannameyê de muftî yê Sunneyan, amaje bi ewê yekê kir eger tawan ên Heşd a Şeibî û çekdar ên Îranî berdewam bibe, der ê şerr ê tayfî li Îraqê dê veke.
Ev di demekê de ye li çend roj ên burî hinek navend ên ragehandinê û rêkxistî yên maf ê mirov, Heşd a Şeibî tuhmetbarkirin bi encamdan a tawanan dij bi Sûnneyan li Felûce û derdor ê wê bajêrî.