Hêjmara polîs û leşkerên Tirkiyê yên hatine kuştin bûn 513e

Baskê leşkerî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) hê jî derbarê hêjmara windahiyên Tirkiyê û gerîlayên jiyana xwe ji dest dayîn de daxuyaniyek fermî nedaye.

K24-Navenda nûçeyan

Bi têkçûna pêvajoya aştiyê û destpê kirina şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de 513 hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê hatine kuştin.

Li gor rojnameya Cumhuriyet ya Tirkiyê di şer û pevçûnên salekê yên di navbera herdu aliyan de, 513 hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê hatine kuştin, 3 hezar û 15 hêzên ewlekariyê jî birîndar bûne. Di nava kuştiyan de 98 efser û lîwa, 190 polîs û 12 cerdevan jî hene. Herwiha li gor çavkaniyên Artêşa Tirkiyê, 5 hezar û 288 PKKyî û endamên YPSê di van şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane.

Baskê leşkerî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) hê jî derbarê hêjmara windahiyên Tirkiyê û gerîlayên jiyana xwe ji dest dayîn de daxuyaniyek fermî nedaye.