KCD dê ji Amedê heta Şirnexê bimeşe

Li gorî ragihandina Guvenê, dê 16ê vê mehê saet li 10ê ji ber deriyê avahiyê KCDê bi saziyên sivîl re ber bi Şirnexê ve birê bikevin.

K24-Navenda Nûçeyan

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) biryar stand ku, dê li dijî operasyon û xirakirina xaniyan ew di 16ê vê mehê de bi awayeke girseyî ji Diyarbekirê bimeşin Şirnexê. 

Derbarê vê biryarê Hevseroka KCDê Leyla Guvenê wiha got: "Şer û pevçûn li Şirnexê qediyan e lêbelê hê jî hêzên ewlekariya Tirkiyê bi wesayitên zirpoş di nava kûçeyan de digerin û xaniyan xira dikin. Guven dibêje, armanca dewletê ew e ku demografiya bajêr bigûhere."

Derbarê meşê de îro, li avahiya KCDê kongreyekî rojnamevanî de Hevseroka KCDê axivî û rexne li meclisa Tirkiyê kir û ji bo hêzên ewlekariya yasayên nû yên parastinê derdixe.  Guvenê ragihand ku, gelek xaniyên li Şirnexê yên şer û aloziyên dûr in jî bi boldozer û kepçeyan têne xirakirin. Guven dibêje mebesta meşa wan ew e ku xirakirina xaniyan bidin sekinandin.

Li gorî ragihandina Guvenê, dê 16ê vê mehê saet li 10ê ji ber deriyê avahiyê KCDê bi saziyên sivîl re ber bi Şirnexê ve birê bikevin. Lêbelê hêzên ewlekariya Tirkiyê beriya niha jî destûra meşan nedida û dibe ku. ji ber bergiliyên ewlehiyê dîsa destûra meşê nedin.