"Heta ku Erdogan serokê Tirkiyê ye ew welat nabe endamê YE"

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, Ozdemîr wek "bê esil, xwînxirab" binav kiribû.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Keskan yê Almanyayê Cem Ozdemîr dibêje, heta ku, Receb Tayîb Erdogan Serokomarê Tirkiyê be, Tirkiye nabe endamê Yekîtiya Ewropayê.

Derbarê vê yekê Hevserokê Partiya Keskan yê Almanyayê Cem Ozdemîr ku, ji bajarê Tokatê yê Tirkiyê ye, bo rojnameya Almanî Frankfurter Algemayne Zaytûng (Frankfurter Allgemeine Zeitung) wiha got: "Tirkiye dikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê lê ev yek bi serokatiya Erdogan nabe."

Ozdemîr, rêkeftina penaberan ya navbera Tirkiyê Yekîtiya Ewropayê ku, bi helwestên Angela Merkel pêkhatibû rexne kir û got ku, ji bo bercewendiyên dem kurt, dixwazin dilê Erdogan xweş bikin.

Cem Ozdemîr, ji malbatek bajarê Tokatê yê Tirkiyê ye. Tevî 11 endamên Parlamentoya Almanyayê ku xelkê Tirkiyê ne, di dengdana nasandina jenosayda Ermeniyan de dengên erênî dabûn.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, Ozdemîr wek "bê esil, xwînxirab" binav kiribû. Ji Tirkiyê û cihanê ji gelek nijadperestên Tirk bi kuştinê gef lê xwarin û Hikûmeta Almanyayê bo parastinê polîs agehdar kirin.