Pîlotbîroya PDKê çaksaziya navxweyî gotûbêj dike

Bi serpereştiya Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Masûd Barzanî, Pîlotbîroya PDKê bo gotûbêjkirina çaksaziyan nava wê partiyê dicive.

K24 – Hewlêr

Bi serpereştiya Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Masûd Barzanî, Pîlotbîroya PDKê bo gotûbêjkirina çaksaziyan nava wê partiyê li Hewlêrê dicive.

Jêderekî payebilind ya PDKê ji K24ê re ragihand, ku Pîlotbîroya PDKê bo gotûbêjkirina rapora Komîteya Çaksaziyê di nava PDKê de û biryardan li ser wê raportê dicive.

Herwiha wî jêderî aşkere kir, ku beşek ji wê dê civînê taybet bi gotûbêjkirina li ser encama hevdîtina herdu Pîlotbîroyên PDK û YNKê, rewşa navşçê û Kurdistanê û eniyên şerê li dijî DAIŞê be.

Herwiha biryar e jî, sibe serkirdeyatiya hevbeş ya YNK û Tevgera Goranê jî bicivin û rewşa niha ya Kurdistanê û pêwendiyên di navbera wan de gotûbêj bikin.