Mislim: Em li dijî perensîpên dewleta netewî ne

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radigihîne, Bexda deriyê stratîjîk ji hemû perçeyên Kurdistanê re ye. Mislim dibêje jî: “Em li dijî perensîpên dewleta netewî ne.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radigihîne, Bexda deriyê stratîjîk ji hemû perçeyên Kurdistanê re ye. Mislim dibêje jî: “Em li dijî perensîpên dewleta netewî ne.”

Hevserokê PYDê Salih Mislim di hevdîtinekê ligel rojnameya “el-Sebah el-Cedîd” ya Iraqî de derbarê proseya Rêveberiya Xweser de got: “Felsefeyek me ya taybet heye, ew jî ku hemû gelên herêmê dikarin pêkve bijîn. Em li dijî perensîpên dewleta netewî ne.”

Herwiha Mislim dibêje: “Dewletên netewî li herêmê ji destpêka sedsala 20n de ava bûne, lê ew dewlet serkeftî nebûne. Em hewl didin vê felsefeya xwe bi riya sîstema Rêveberiya Xweser cibicî bikin. Ew jî hemû pêkhateyan li xwe digire.”

Mislim ragihand, pêwîst e Kurd bizanin, ku Bexda deriyê stratîjîk ji hemû perçeyên Kurdistanê re ye. Bexda take peytext e li hebûna Kurd mikur hatiye.

Derbarê tuhmetên ji Îtîlafa opozîsyona Sûriyê û Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) ku PYDê bi tenê desthilat kiriye destê xwe û li ti aliyekî din mikur nayê, Mislim dibêje: “Herêmên me li pêş hemûyan vekiriye, da ku rastiyê bibînin. Em ji tiştê li erdê heye bibawer in, ku derewiya wan tuhmetan aşkere dike. Lê Tirkiye û Herêma Kurdistanê rêgiriyê dikin, li pêş rojnamevan û lêkolînvanên ku dixwazin bên tiştê li erdê heye vekolin û rastiyê aşkere bikin.”

Li ser pirsa proseya Partiya Demokrata Kurdistanê ya derbarê referandûmê de, Mislim got: “Em rêzê li vîna gelê Kurdistana Iraqê digirin, lê di baweriya min de dema dewleta netewî di ser re çûye. Em piştevaniya dewleta netewî nakin, çi Erebî, yan Kurdî yan Tirkî be. Em bi netewa demokratîk re ne.”