Hêzeke Almanî giheşte Minbicê

Di 1ê vê mehê de, operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê ji aliyê Encûmena Leşkerî a wî bajarokî û HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî destpê kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê ji aliyê Encûmena Leşkerî ya wî bajarokî ve, herwiha Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) hêzên Amerîkî û Fransî berdewam e, yekîneyek ji hêza Almanyayê jî bi armanca beşdarîkirin û piştevaniya wan hêzan giheşte Minbicê.

Derbarê beşdarbûna hêza Almanî ajansa Sputnîk a Rûsyayê di daxuyaniyekê de tekez kir ku, yekîniyek ji hêza Almanyayê bi armanca beşdarîkirin di opersyona bajarokê Minbicê de, herwiha piştevaniya Hêzên Kurdî û Erebî di şerê li dijî DAIŞê de,giheşte wî bajarokî.

Li gor heman ajansê erkê wê hêza Almanî hemahingiya di navbera êrîşên li ser erdê û firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ye, herwiha şerê li nav çadeyan û pûçkirina mayînan e.

Ji aliyekê din ve, Fransayê dest bi avakirina dadangehekê li Girê Miştenûrê li bajarê Kobanê bo firokeyên Helkopter bi armanca veguheztina leşkeranên xwe ji Bakurê Iraqê bo Sûriyê dike.

Di 1ê vê mehê de, operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê ji aliyê Encûmena Leşkerî a wî bajarokî û HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî destpê kir.