Neşêrwan Mustefa rêkeftina ligel YNKê aşkere dike

Rêkxerê Giştî ya Tevgera Goranê Neşêrwan Mustefa di civîna ligel kadroyên wê tevgerê de radigihîne: “Ligel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê hewla wê yekê didin, ku dawiyê bi tekrewiya biryara siyasî bînin” ev jî di demekê de ye, ku di daxuyaniyên berê yên girêdayî wê rêkeftinê de dihate gotin, rêkeftin bo başkirina sîstema hikumranî û xizmetkirina xelkê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bo yekem car di pişt rêkeftina di navbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Tevgera Goranê de, Rêkxerê Giştî ya Tevgera Goranê Neşêrwan Mustefa, armanca vê rêkeftinê aşkere dike. Her di wê civînê de dibêje: “Şeş Komîte dê werin ava kirin, bo pêdeçûna made û xalên wê rêkeftina siyasî ya di navbera Goran û YNKê de. Di vê qonaxê de hewl didin qonaxa cibicîkirina wan xalan be. Herwiha di wê rêkeftinê de, ti madeyek ziyanê bigihîne xelkê tune ye, berûvajî wê hemû made di berjewendiya welatiyan de ye.”

Ev daxuyaniyên Neşêrwan Mustefa di demekê de ye, ku Tevgera Goranê di kabîneya heştemîn ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de pênc wezaretên girîng û çend rêveberiyên giştî û berpirsên fermandargehan bi dest wan de hebû, heta bûyerên sala par ya Silêmaniyê û dûrxistina Serokê Parlemento û wezîrên Goranê ji hikûmetê, ku Tevgera Goranê beşek ji sîstema hikûmraniyê ya Herêma Kurdistanê bû.