NY karesata Êzdiyan ji aliyê DAIŞê ve bi jenosyd binav kir

Di sala 2014an de, dema ku,DAIŞê li bajarê Şingalê dagîr kir bi hezaran jin zarok revandin.

K24-Navenda nûçeyan

Neteweyên Yekbûyî ragehand ku, Kurdên Êzdî li Iraq û Sûriyê li ser destê çekdarên DAIŞê rastî komkujiyekê bûne, herwiha navê wan kesên tohmetbar jî li cem wan hene.

 Endamê Komîteya Lêpirsînê di Neteweyên Yekbûyî de, Fîdêd Montarborin ji ajansa Reutersê tekez kir, ku, wan lêpirsînek derbarê komkujiya Êzdiyan li Iraq û Sûriyê çêkirine, tê de hemû zanyarî li ser wan tawanên çekdarên DAIŞê yên li dijî Êzdiyan kirî hene, di nav de jî navên wan kesên tometbar.

Wî berpirsê Neteweyên Yekbûyî aşkere kir ku, zanyarî li ser wan cihên ku, tawan jî tê de hatine kirin hene, herwiha navê tawanbaran.

Neteweyên Yekbûyî ew tawanên çekdarên DAIŞê bi Kurdên Êzdî kirî bi jenosyd binav kir, herwiha daxwaz ji aliyên navdewletî kir ku, hawlên rizgarkirina hezaran jin û zarok ji destê  DAIŞê bikin.

Di sala 2014an de, dema ku,DAIŞê li bajarê Şingalê dagîr kir bi hezaran jin zarok revandin.