Li Izmîrê polîsekî avahiya HDPê gulebaran kir

Li bajarê Îzmîrê ya Tirkiyê polîsekî avahiya HDP'ê gulebaran kir. Piştî demekê polîsê êrişkar xwe radestê baregeha polîsan kir. HDP'ê helwesteke tund nîşan da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Îzmîrê ya Tirkiyê polîsekî avahiya HDP'ê gulebaran kir. Piştî demekê polîsê êrişkar xwe radestê baregeha polîsan kir. HDP'ê helwesteke tund nîşan da.

Li navçeya Menemen ya Îzmîrê, polîsê bi navê M.P. bi demançeya xwe 8 gule berê avahiya HDP'ê ya navçeyê da. Hat ragehandin, ji ber ku di dema bûyerê de, li avahiyê kes nebû, zirareke canî rû nedaye.

Polîsê êrişkar piştî demekê xwe radestê baregeha polîsan kir.

Birêveberiya polîsan ragehand, ji ber deynên zêde, derûniya polîsê têk çûye û ev yek bi rapora doktoran jî hatiye piştrastkirin. Herwiha hat ragehandin, ji ber selametiya lêpirsînê M.P. ji erkê hatiye dûrxistin.

Piştî bûyerê Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Muhafiz Guleryuz li pêş avahiya ku hatiye gulebarankirin daxuyanî da û got, madem rewşa derûniya polîsê nebaş e, çima li erkê xwe ye, çima tenê êrişa avahiya wan kiriye.

Guleryuz got jî, armanc ev e ku, li civakê tevlihevî bê derxistin û vê jî, bi êrişkirina partiya wan dikin.