HSD derbasî Minbicê bûn

Di 1ê vê mehî de operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê destpê kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê ragehand ku, Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) derbasî navenda bajarokê Minbicê ji aliyê rojava ve bûn û çend navendên stratejîk kontirolkirin.

Derbarê vê mijarê payamnêrê K24ê li derdora bajarokê Minbicê yê Rojavayê Kurdistanê ragehand ku, ji aliyê rojavayê wî bajarokî ve şervanên Encûmena Leşkerî û Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) derbasî navenda Minbicî bûn û karîj çend deverên stratejîk rizgarbikin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku, heta niha şer û pevçûn di navbera HSD û çekdarên DAIŞê de berdewam e.

Di 1ê vê mehî de operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê destpê kir.