Firat Anli bersiva Erdogan dide: Em kayiman qebûl nakin
K24 – Diyarbekir
Rayedarên dewleta Tirkiyê şaredariyên Partiya Herêman ya Demokratîk (DBP) bi zimanekî tûj rexne dikin û dibêjin, şaredariyên DBPê bûdçeya şaredariyan ne di rêya xitmezguzariyan de, lêbelê di rêya xebatên derqanûnî de bi kar tînin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Diyarbekirê Firat Anli bi rêya K24'ê bersiva rexneyan dide û dibêje: “Em van tohmetan qebûl nakin û her kar û xebatên me li gorî qanûnan tê kirin.”
Anli got jî, ku armanca ji tayînkirina kayiman pûçkirina deskeftiyên Kurdan e.