“Çar bajarên Bakur dê bibin navendên geştûguzariyê”

Bajarên Bakurê Kurdistanê ku ji ber pevçûnan wêran bûbû, bi xebateke nû tê nûkirin. Li gor xebata hikûmeta Tirkiyê, ji bo ku bajarên Kurd bibin navenda geştûguzariyê, xebata bajarên birader da destpêkirin. Bajarê birader ê Diyarbekir jî bajarê Stenbol e. Ji bo pêşketina bajaran 15 milyar dolarî bûdçe hat amadekirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4afe96a5-339f-4077-9611-f3c44adc25d2/Hik%C3%BBmeta%20Tirkiye%20xebata%20bajar%C3%AAn%20brader%20dide%20destp%C3%AAkirin.ism/manifest

K24 – Stanbol

Bajarên Bakurê Kurdistanê ku ji ber pevçûnan wêran bûbû, bi xebateke nû tê nûkirin. Li gor xebata hikûmeta Tirkiyê, ji bo ku bajarên Kurd bibin navenda geştûguzariyê, xebata bajarên birader da destpêkirin. Bajarê birader ê Diyarbekir jî bajarê Stenbol e. Ji bo pêşketina bajaran 15 milyar dolarî bûdçe hat amadekirin.

Li Bakurê Kurdistanê ji ber şerê PKK û artêşa Tirk, bi hezaran kes mirin, gelek navçe û bajar wêran bû. Bi taybetî li navçeyên Diyarbekir, Şirnex, Colemêrg û Mêrdînê ji ber pevçûnan piraniya xaniyan yan hatin şewitandin yan jî hatin hilweşandin.

Hikûmeta Tirkiyê, bi mebesta jinûavakirina navçe û bajarên wêrankirî, dest bi xebatekê kir. Ji bo kesên malên wan xisar dîtiye plansaziya cîh û warên nû tên çêkirin. Li gor agahiyan, warên nû li Diyarbekir, Wan, Riha û Qersê dê bên avakirin. Her çar bajaran dê bibe navenda geştûguzariyê.

Ji bo xebateke wiha ku di nav 5 salan de dê bidawî bibe, budçeyeke 15 milyar dolarî  dê bê amadekirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Ak Partiyê Mehmet Muezzînoglu da zanîn ku, dê dest bi xebata sepandina bajarên brader bikin. Birayê bajarê Diyarbekir, bajarê Stenbol e.

Hikûmeta Ak Partiyê, derbarê kolandina xendekan de şaredarên HDP'yî tohmetbar dike û niha ji bo şaredarên HDP'yî ji kar bê dûrxistin, dest bi xebatên zagonî kir. Li gorî vê xebatê şûna şaredaran, walî yan jî qeymeqam dê bên tayînkirin.

Wezîrê Bajarvanî û Jîngehê yê Tirkiyê Mehmet Ozhasekî derbarê mijarê de diyar kir ku, pêşnûmeya wan a zagonî amade ye, di rojên pêş de dê pêşkêşî lijneya wezîran bidin.

 Tê gotin digel xebata bi navê pêşketina ya hikûmetê, kêşeyên hemwelatiyan dê bên safîkirin, lê belê bi vê zagonê jî rayedarên hikûmetê û rêvebirên HDP'yî dê bên hemberî hev.