Esed û wezîrê Berevaniya Rûsyayê civiyan

Li gor çavdêrên siyasî serdana Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê bo Sûriyê serdanekî neçaverêkirî bû.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragehand ku, ku wezîrê Berevaniya wî welatî Sêrgy Şiwêxo bi fermana Serokê Rûsyayê  li Şamê paytexta Sûriyê hevdîtin ligel Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed pêkanîne.

Derbarê wê serdanê de, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir tê de, tekez kir ku, Wezîrê wezîrê Berevaniya wî welatî Sêrgy Şiwêxo bi fermana Serokê Rûsyayê Veledmîr Putîn serdana Sûriyê kirye û ligel Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed civiya ye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê her yek ji Esed û Şiwêxo behsa hevkariya di navbera Sûriyê û Rûsyayê di warê leşkerî de krine, herwiha awayên rûberûbûna terorê.

Di serdana xwe de, wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sêrgy Şiwêxo serdana navenda Hemêmîm li bajarê Laziqiyê kirye.

Li gor çavdêrên siyasî serdana Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê bo Sûriyê serdanekî neçaverêkirî bû.