Alaya Kurdistanê li ser otombîlên şanda Kurdî li Rûsyayê bûn

Tê zanîn ku şandek ji Hikumeta Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Nêçîrvan Barzanî bi armanca beşdarîkirin di kombend Santpitrsbog a aborî de serdana Rûsyayê dike .
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/88a2ef90-c9a9-474f-84b9-3b6391d01cdd/zirekkemal.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Endamê Şanda Hikumeta Herêma Kurdistanê Zîrek Kemal ragehand ku, ew otombîlên ji aliyê Hikumeta Rûsyayê ve bo veguheztina şanda Herêma Kurdistanê bo beşdarîkirin di civînên kombend aborî Santpitrsbog de Alayên Kurdistanê li ser bû.

Derbarê vê yekê Endamê Şanda Hikumeta Herêma Kurdistanê Zîrek Kemal ji K24ê re tekez kir ku, ew otombîlên ku, ji aliyê Hikumeta Rûsyayê ve bo veguheztina şanda Herêma Kurdistanê Alayên Kurdistanê li ser bû.

Herwiha Kemal da zanîn ku, li ser wan otombîlan jî nivîsandibûn welatê Kurdistan.

Tê zanîn ku şandek ji Hikumeta Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Nêçîrvan Barzanî bi armanca beşdarîkirin di kombend Santpitrsbog a aborî de serdana Rûsyayê dike .