15 endamên DAIŞê bo çalakiyên teqînan gihêştine Diyarbekirê

Serdozgerê Diyarbekirê, di rapora ku li ser, buyera 26 Çiriya paşîn ya 2015-an, ku li taxa Hizûrevlerî ya Peyasa Navçeya Diyarbekirê pêkhatibû û di encama pevçûnên navbera endamên DAÎŞê û polêsên Tirk de; 2 polêsên Tirk û 7 endamên DAÎŞê hatibûn kuştin de, ragihandiye ku 15 kes ji Reqaya bajarê Sûriyê hatine şandin, ku li Diyarbekirê çalakiyên teqînê pêk bînîn.

K24 – Diyarbekir

Serdozgerê Diyarbekirê, di rapora ku li ser, bûyera 26 Çiriya paşîn ya 2015-an, ku li taxa Hizûrevlerî ya Peyasa Navçeya Diyarbekirê pêkhatibû û di encama pevçûnên navbera endamên DAÎŞê û polêsên Tirk de; 2 polêsên Tirk û 7 endamên DAIŞê hatibûn kuştin de,  ragihandiye ku 15 kes ji Reqaya bajarê Sûriyê hatine şandin, ku li Diyarbekirê çalakiyên teqînê pêk bînîn.

Di vê çarçoveyê de, hatiye ragihandin ku, ew 15 kes, li avahiyekî hatine bicîhkirin û qet derneketine derve. Hemû pêdiviyên wan ji aliyê, hevkarên wan, emîrê DAÎŞê yê Diyarbekirê, Nîhat Tûran û kesekî li gel wî ve hatine bicîh anîn. 

2 kesên ku li Diyarbekirê alîkariya  wan 15 kesan kirine, hatine şopandin û di otombîleke bombebarkirî de, dema ku keşif dikin, di 18ê Çileyê de tên desteser kirin.

Dozgerê ku raporê nivîsiye, ragihandiye ku,  çalakvan amadekarî ji bo teqîn li beramber avahî û şûnên PKK - KCK û saziyên derdora wan pêk bînîn, kirine.