Kurdên bakur weke salên 90î koçberî bajarên Tirkiyê nebûn

Şaxa Stenbolê ya Komeleya Koçberiyê li Diyarbekirê bi navê “Ji nû ve melhezekirina Koçberiya Mecbûrî” komxebatek li dar xist. Beşdarên komxwebatê destnîşan kirinn ku ji ber şer û pevçûnên li herêmê nêzî 500 hezar kes ji mal û warên xwe dûr ketine û bûne koçber. Li gorî ragihandina pisporên koçberiyê weke salên 90an xelk koçber bûn lê weke salên 90an neçûn bajarên Rojavayê Tirkiyê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/60eede1b-dc39-4623-bf02-212102cdc6a6/KomxebataKocbriye.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Şaxa Stenbolê ya Komeleya Koçberiyê li Diyarbekirê bi navê “Ji nû ve melhezekirina Koçberiya Mecbûrî” komxebatek li dar xist. Beşdarên komxwebatê destnîşan kirinn ku ji ber şer û pevçûnên li herêmê nêzî 500 hezar kes ji mal û warên xwe dûr ketine û bûne koçber. Li gorî ragihandina pisporên koçberiyê weke salên 90an xelk koçber bûn lê weke salên 90an neçûn bajarên Rojavayê Tirkiyê.

Saziyên Sivîl ên weke Baroya Diyarbekir, Sendîkaya Mamosteyan, Egîtîm-Sen, Mazlum-Der, hinek rêvebirên şaredariya Diyarbekir û şexsiyetên serbixwe jî di komxebatê de beşdar in. Di komxebatê de pirsgirêkên koçberên bakurê Kurdistanê û çareseriya van pirsgirêkan hat nîqaşkirin. 

Civaknas Ehmed Gegez, balê dikşîne ser pevçûnên li bakur û dibêje “Em vê koçberiyê weke koçberiya bi darê zorê bi nav dikin.” Li gorî Gegez alikariya saziyên sivîl bo koçberan têrê nake. Herwiha Gegez ji K24ê re got jî: “Gelê Kurd dewa mafê xwe yê rewa dike. Lê dewletên dagirker li hember vê yekê Kurdan bi zorê ji cihên wan derdixînin. Xaniyên wan bi ser wan de xira dikin. Û ev insan îro perîşan in, mexdûr in.”

Ji ber aloziyan di sala dawî de bi sedhezaran kes malên xwe yên li Farqîn, Dêrik, Sûr, Nisêbin, Şirnex, Cizîr, Silopî, û Geverê bicîhiştin û koçberî bajarên derdorê bûn. 

Hevserokê Goc-Derê yê Stenbolê Îlyas Erdem dibêje, di salên 90î de derdora 3 milyon Kurd ji Bakur koçî bajarên rojavayê Tirkiyê kirin, lêbelê di şerê îsal de milyonek û nîv kes zirar ditine, lê neçûn bajarên rojavayê Tirkiyê û tenê li bajarên derdorê bicih bûn.

Erdem got jî: “Dema ku hûn li qanûnan dinêrin hûnê bibînin ku di qanûnê de dibêje, dema ku kesek ji cihekê koçber bû divê dewlet li ciheke din ji bo wî cih hazir bike. Lê ti haziriyên wiha nînin. Yanî neçar in, niha pirsgirêka herî mezin cihê mayînê ye.”

Beşdarên komxebatê, polîtkayên hukimeta Tirkiyê yên îstîmlaqkirina mal û milkên navçeyên wêrankirî rexne dikin û vê polîtîkayê  weke ‘ji Kurdistanê dûrkirina kurdan’ şîrove dikin. Niha çavên koçberan lêne ku şer biqede, qedexe rabe û ew dîsa vegerin ser mal û milkên xwe.