30 fezlekeyên parlamenterên HDPê gihane destê dozgeriyê

Teklîfa guhertina Qanûna Bingehîn a ku parêzbendiya Parlamenteran radike, di 20ê Gulanê de li Parlamentoya Tirkiyê hate qebûlkirin. Piştî ku teklif hate qebûlkirin, fezlekeyên parlamenteran bo dozgeriyan hate birêkirin. 30 fezlekeyên parlamenterên HDPê jî ji bo Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê hatine şandin.

K24 – Diyarbekir

Rayedarên Dozgeriyê destnîşan dikin ku, fezlekeyên parlamenteran ji ber ku di çarçoveya guhertina Qanûna Bingehîn de hatine amadekirin, bêyî ku ji Meclisê re were şandin rasterast ji dozgeriyê re hatine şandin. 130 fezlekeyên din ên ku li Wezareta Dadê disekinin jî, piştî ku hatin tesnîfkirin dê ji Serdozgeriya Komarê Ya Diyarbekirê re werin şandin.

Rayedarên dozgeriyê dibêjin, 130 fezlekeyên di derheqê Parlamenterên HDPê de gava gihîştine destê Serdozgeriya Diyarbekir, pêvajoya yasayî dê dest pê bike û ewê kaxiza bangewaziyê bo îfadedayînê ji gumanbaran re rêkirin. Piştî ku îfadeyên parlamenteran hate standin, dozger yan dê biryara neşopandinê bide, yan jî dê doznameyê amade bike.