Kiç a Kurdistanê, li Emerîk a daxwaz dike komkujî ya Êzdîyan bi cînosayîd bihê naskirin

Nadîye Murad, ew kiç a ku ji deest ên Daişê rizgarbû, di kongirês a Emerîkayê de daxwaz dike tawan ên Daişê li beranber Kurd ên Êzdî ji alî yê Kongirês a Emerîkayê bi cînosayîd bihê nasandin.

K24- Hewlêr

Nadîye Murad, ew kiç a ku ji deest ên Daişê rizgarbû, di kongirês a Emerîkayê de daxwaz dike tawan ên Daişê li beranber Kurd ên Êzdî ji alî yê Kongirês a Emerîkayê bi cînosayîd bihê nasandin.

Nadîye Mûrad, li bersv a pirsyarek a sînatorek ê Emerîkayê, ka wê çi daxwazîyek ji Emerîkayê heye, wê got: Giringtirîn tişt li ba min bi cînosyîd nasandin a tawan ên Daişêye beranber bi Kurd ên Êzdî.

Nadîye Mûrad, piştî rizgarbûn a wê ji dest ên Daişê, di ast a civak a nêvdewletî de, şîya bibe balyûz a dosê ya Êzdîyan û di Netewe yên Hevgirtî de, bû mihvan daku dîtin ên xwe li ser tawan ên Daişê vegêrre û di encam  de bi hewl ên wê bo dosê ya jin ên Êzdî di nav mêdya yên cîhanê de bi Kiç a Kurdistan hat nasîn. Li 16yê evê mehê Netewe hyên Hevgirtî dosê ya kuştar û tawan ên Daişê beranber bi Jin ên Êzdî wek tawan a Cînosayîd danasandin.

Naîdye Mûrad, ji alî yê serok û şah ên hijmarek a welat ên Erebî jî hat pêşwazîkirin ji wan jî Misir, Kiweyît û Ûrdin,  di ast a nêvdewletî de jî, rêz lêhatîye girrin û wek yek ji berbijar ên wergirtin a xelat a Nobil a aştîyê hatîye destnîşankirin.