Yekgirtû: Baştir e rêkeftina YNK û Goranê tenê bo Silêmaniyê be

Hîn aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê amade ne bûne ku biçin nava rêkeftina di navbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê. Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî red dike biçe nava wê rêkeftinê û dibêje, pêwîst e rêkeftin tenê bo parêzgeha Silêmaniyê be.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a398ceec-fef9-465c-ad35-4b9a068685b3/rikawtnw%20alozi.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Hîn aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê amade ne bûne ku biçin nava rêkeftina di navbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê. Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî red dike biçe nava wê rêkeftinê û dibêje, pêwîst e rêkeftin tenê bo parêzgeha Silêmaniyê be.

Biryardarê Encûmena Serkirdeyatiya Komela Îslamî dibêje, aktîvkirina Parlemetoyê pêwîstiya wê bi rêkeftin ligel Partiya Demokrata Kurdistanê heye. Endamekî Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê jî aşkere dike, ku mîkanîzma cibicîkirina rêkeftinê cuda ye.

Rêkeftina siyasî ya di navbera YNK û Tevgera Goranê, ku li gor herdu aliyan ew e ku, bo çareseriya pirsgirêkên aliyên siyasî dike. Lê hîn gûmana aliyên siyasî bi mebesta wê rêkeftinê heye. Endamekî Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê jî aşkere dike, ku serdana komîteya hevbeş bo aliyên din, bo zelalkirina xalên wê rêkeftinê ye û piraniya aliyan piştgîriyên xwe bo xalên rêkeftinê derbirîne.

Yekgirtûya Îslamî red dike biçe nava wê rêkeftinê, ku li gor Yekgirtû rêkeftin pêwîst nake berferh bibe û bi girîngî jî dizane ku, rêkeftin tenê di sînorê Parêzgeha Silêmaniyê di navbera NYK û Tevgera Goranê be.

 Komela Îslamî hîn xwe yekalî nekiriye, ku biçe nava wê rêkeftinê yan na. li gor beryardarê Encûmena Serkirdeyatiya Komel ku, heger PDK ligel Tevgera Goranê û YNKê rê nekeve, parlemento aktîv nabe.

Li gor nêrînên siyasiyan, aktîvkirina parlemento û çareserkirinê di destê PDKê de ye, ji ber wê aliyên siyasî yên Kurdistanê hişyariyê didin ku, heger rêkeftina siyasî di navbera PDK û aliyan çê nebe, pirsgirêk aloztir dibin û rêkeftina YNK û Tevgera Goranê nikare çareseriya pirsgirêkan bike.